Di kampanyaya ji bo Rojava de zêdetirî 100 hezar îmze hatin avêtin

  • 12:09 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di kampanyaya îmzeyan a ji bo piştevaniya bi pêşniyarqanûna li dijî Şamê li DYA’yê hatibû destpêkirin de zêdetirî 100 hezar kesan îmze avêt. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di demeke êriş didomin de li gelek welatên cîhanê li dijî êrişan hewldan dest pê kirine. Senatorê Partiya Komarparêz ê DYA’yê Lindsey Graham, di 27’ê Çileyê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got “Terikandina Kurdan karesatekî ewlehiya neteweyî ye” û da zanîn ku dê di bin navê “Qanûna Rizgarkirina Kurdan (The Save the Kurds Act)” de pêşniyarqanûnekê pêşkeş bike. 
 
Li ser vê yekê, ji bo li dijî Şamê gav bên avêtin, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Kampanya, ji hêla Şêwirmendê Konfederasyona Dîasporaya Amerîka û Kanadayê Jihan Brifki ve hate destpêkirin. Brifiki, got: “Sînorên cografî çi dibe bila bibe, divê her kes di ferqa gefên ser gelê Kurd de be, piştevaniyê nîşan bide û ev berpirsyartiya her kesî ye. Li her devera cîhanê dikare ev daxwazname were îmzekirin. Bi vî awayî em dengê xwe bilind dikin û nîşan didin ku kesek nikare me bêdeng bike.” 
 
Kampanyaya li ser Change.org’ê bi sernavê "Urge US Senators to support Lindsey Graham’s Save the Kurds Act (Ji bo senatorên DYA’yî piştgiriyê bidin Qanûna Rizgarkirina Kurdan a Lindsey Graham bang bikin) didome. Di demekî kin de zêdetirî 100 hezar kesan kampanya îmze kir. 
 
Hûn dikarin li ser van lînkan kampanyayê îmze bikin.