Li Parlamentoya Hamburgê rojeva ‘Rojava’

  • 20:35 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Parlamentoya Eyaleta Hamburgê de bi pêşniyara Partiya Çep, geşedanên li Rojava û Rojhilat hatin nîqaşkirin. Di rûniştinê de îşaret bi rawestanina êrîşên leşkerî, piştgiriya QSD’ê û berpirsyariya siyasî ya Elmanyayê, hate kirin.
 
Di parlamentoya eyaletê ya li bajarê Hamburg ê Elmanyayê de, li ser daxwaza Pariya Çep, rojeva ewil a rûniştina îro bû, “Demokrasî û mafên mirovan biparêzin- Bi Rojava û Rojhilat re di nava piştevaniyê de bin!.”
 
Koma Meclîsê ya Partiya Çep a Hamburgê diyar kir ku Rojava li dijî Îslamîzmê xetek girîng a parastinê ye û destnîşan kir ku jin dikarin li herêmê bi azadî bijîn û terora DAÎŞê hatiye bêbandorkirin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku Rojava îro di bin gefekî cidî de ye, milîsên Îslamîtî êrîşan pêk tînin û ev rewş ji nêz ve bandorê li bi hezaran Kurdên ku li Hamburgê dijîn dike. Her wiha banga "piştevaniya bi Rojava re" bi dawî bû.
 
Di rûniştinê de ewil Hevserokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep a Hamburgê David Stoop mafê axaftinê girt û bang li siyaseta Elman kir ku ji bo Rojava berpirsyariyê bigrin. Stoop, xwest ku zext li ser hikûmeta Şamê ya demkî were kirin û piştgirî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re were dayîn.
 
Di berdewamiyê de, ji xeynî AfD’ê ya faşîst, parlamenterên hemû partiyan, bal kişandin ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê û diyarkirin ku divê êrîşên leşkerî yên li ser Rojava tavile werin rawestandin.
 
Parlamenterê CDU Michael Becken jî diyar kir ku êrîşên li ser sivîl û binesaziyê yên li Rojava nabe were qebûlkirin û got ku divê mafên Kurdan werin parastin û entegreyê pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê bên kirin.
 
Parlamenterên Partiya Keskan jî diyarkirin ku pergala li ser bingeha demokrasî, azadîxwaziya jinê û ekolojî ya li Rojava hêviyê dide.
 
Parlamentera Partiya Çep, Marie Kleinert jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevalbendekî navendî ye û wiha got: “Ger QSD’ê nebûya Kobanê û Reqa nedihatin rizgarkirin û Ewropa wekî îro bi îstîkrar nedibû. Gelê Rojava berdêlên gelek giran dan û hê jî didin.” Kleinert diyar kir ku bêdengiya Elmanyayê tê wateya qebûlkirina êrîşan û bang li hikûmeta federal kir.
 
David Stoop ku di dawiya rûniştinê de dîsa mafê axaftinê girt, bal kişand ser rola Tirkiyeyê li ser êrîşên rojava û daxwaz ji Elmanyayê kir ku hinardeya çekan a ji bo Tirkiyeyê birawestîne. Her wiha diyar kir ku tevî ku pesnê Kurdan di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de tê kirin jî, qedexeya li ser alên YPG û YPJ’ê li Hamburgê, şerm e.