Hevşaredarên Milazgîrê hatin binçavkirin
- 21:57 28 Çile 2026
- Rojane
MÛŞ - Hevşaredarên Milazgîrê bi hinceta pankarta ‘jin jiyan azadî’ ya bi kezî daliqandine hatin binçavkirin.
Hevşaredarên Milazgîr a Mûşê Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê hevşaredar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Şaxa Milazgîrê û hat hînbûn ku çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Milazgîrê de hatine binçavkirin.
Hat hînbûn ku hinceta binçavkirinê daliqandina pankarta ‘jin jiyan azadî’ ya ku kezî li ser bûye û bi armanca protestokirina birîna porê şervaneke jin ya di êrîşên li ser Rojava de hatiye daliqandinê ye. Tê payîn ku piştî îfadeyê hevşaredar bên berdan.







