Li Lozanê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

  • 23:16 27 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan, dorpêç û êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê protesto kirin. Di çalakiyê de banga tavile vekirina korîdora alîkariya mirovî hate kirin.
 
Li bajarê Lozan a Swîsreyê, dorpêç û êrîşên li ser Rojava tên protestokirin. Di çarçoveta çalakiyên ku bi rojan in dewam dike de, li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û parlamenter piştgirî dan çalakiyê.
 
Çalakiya ku li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava hate kirin, beriya rûniştina parlamentoyê hate kirin. Girseyê tundiya berdewam û krîza mirovî ya kûr şermezar kirin, di ser de Kobanê banga vekirina korîdora mirovî ya alîkariyê ya lezgîn ji bo herêmê kirin.
 
Beriya vekirina rûniştina parlamentoyê, koma Ensemble à Gauche, Solidarité Ekolojî û parlamenterên Partiya Sosyalîst û Keskan tevlî çalakiyê bûn û êrîşên li ser Rojava, bi taybet Kobanê şermezarkirin. Beşdarbûna parlamenteran li dijî vê rewşê ku wekî trajediya morîv ya rast tê pênasekirin, wekî peyama piştevaniyê ya siyasî ya xurt hate nirxandin.
 
Kurd û dostên wan ên ku bi heftiyan in li qadan in, çalakiyên xwe bi armanca hişyarkirina raya giştî ya navneteweyî didomînin. Beşdaran piştî protestoya li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê, ketin avahiya Meclîsa Kantonê û temaşeyî rûniştina parlamentoyê kirin.
 
Parlamenterê Ensemble à Gauche Matilde Merandaz ku di Konseya Mezin a Lozanê de mafê axaftinê girt, bal kişand ser êrîşên Rojava û Kobanê. Meransaz diyar kir ku divê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û êşên sivîlan dikşînin, helwestekî zelal were girtin û banga piştevaniyeke navneteweyî ya xurtir kir.
 
Her wiha dosyaya ku li ser navê Kurdistaniyan hate amadekirin, radestî rayedarên 6 partiyên ku koma wan di Meclîsa Kantona Vaudê de heye, hate kirin. Hate hînbûn ku di dosyayê de êrîş û rewşa mirovî ya li Rojava bi hirgûlî hate ragihandin.