Çeteyan êrişî gundekî Kobanê kirin: Zarokek hat kuştin
- 19:05 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî ku agirbest binpê kirin, gundê Qasimiyê topbaran kir. Di encamê de zaroke keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.
Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikin, li gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê malek topbaran kir.
Di encama êrişa bi obîsan hate kirin de ji malbatekê zarokek keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Kobanê hatin veguhestin.
Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê hatine kirin, navê zaroka şehîd Sabrîn Ehmed Elawî ye û 8 salî ye.
Navên birîndaran jî wiha ne: Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî (5)







