Li Kolanên Nisêbînê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ belav bû

  • 21:53 24 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Nisêbînê li dijî êrîşên ser Rojava çalakiya deng derxistinê pêk anîn û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.
 
Li navçeyên Mêrdînê çalakiyên li dijî êrîşên ser Rojava berdewam dikin. Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya DEKUP’ê ji navenda navçeyê konvoy û çalakiya deng derxistinê hatin lidarxistin. Konvoya ku gihişt Taxa Firatê agir pêxistin û fîşekên hewayî teqandin. Tevlîbûna ku piranî jin û ciwanan pêk dihat li dora agir kom bûn û dirûşmeyên “Bijîi Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Hesekê”,  “ Dê Hesekê ji DAÎŞ’an re bibe goristan” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
 
Her wiha jinan, li dijî qeziya jinekê şervanekê ku ji aliyê çeteyê HTŞ’ê ve hat birîn li dora agir kom bûn û porê hevdû hûnandin. Di çalakiyê de carekedin peyama xwedî derketina Rojava derket pêş.
 
Li  taxa Firatê jinan bi qûşxaneyan daketin kolanê çalakiya deng derxitinê pêk anîn û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.  
 
Artûklû
 
Li navçeya Artûklû jî li gelek taxan çalakiya deng derxistinê hat lidarxistin. Welatiyan bi qûşkaneyên ku girtin destên xwe derketin kolanê, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” ve peyama piştgiriya Rojava dan.