Komaleya Koçberiyê: Êrişên li ser Rojava sûcê şer e
- 16:33 23 Çile 2026
- Rojane
AMED - Komaleya Koçberiyê ya Mezopotamyayê êrişên li ser Rojava protesto kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş binpêkirina eşkere ya Peymanên Cenevreyê ne û banga hestyariyê li saziyên navneteweyî kir.
Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê, li dijî êrişên çeteyên HTŞ'ê, SMO'yê, DAIŞ'ê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate lidarxistin û ji aliyê Hevseroka Komeleyê Medya Alkan ve hat xwendin. Medya Alkan diyar kir ku li herêmê felaketeke mezin a mirovî diqewime û sivîl bi komkujiyê re rûbirû ne.
Medya Alkan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa sivîlan û diyar kir ku armanca van êrîşan koçberkirina gelên herêmê ye û wiha got: “Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, herêmên Rêveberiya Xweser di encama êrîşên rêxistinên cîhadîst ên mîna HTŞ û DAIŞ’ê de bi felaketeke giran a mirovî re rûbirû ne. Ev êrîş rasterast sivîlan dikin hedef û dibin sedem ku gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê bi zorê ji cih û warên xwe bibin. Hedefgirtina cihên sivîlan, koçberkirina bi zorê û êrîşên li ser bingehê etnîkî, dikevin çarçoveya sûcên şer.”
Medya Alkan di berdewamiya daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku ev êriş ne tesadufî ne, lê hewldaneke pergalî ji bo tunekirina destkeftiyên Şoreşa Rojavay ye û got: “Tiştên ku li Rojavayê diqewimin, hewldanên eşkere ne ji bo xeniqandina Şoreşa Rojavayê ya ku li ser prensîbên azadiya jinê, wekhevî û demokrasiya ekolojîk hatiye avakirin. Ev zext û hewldanên tunekirinê li ser navê mirovahiyê nayên qebûlkirin.”
Medya Alkan li ser navê komeleyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin. Alkan daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Divê êrîşên li dijî Rojavayê demildest û serbixwe werin lêkolînkirin. Mekanîzmayên parastina navneteweyî ji bo sivîlan divê bikevin dewreyê. Mafê vegera bi ewle ya koçberan divê were garantîkirin. Li dijî êrîşkaran divê pêvajoya cezayî ya navneteweyî were destpêkirin.”







