Li Mexmûrê dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ olan da
- 21:08 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji bo piştevaniya Berxwedana Rojava li ser lingan e.
Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Rojavayê Kurdistanê çalakiya 24 saetî ragihandibû.
Di vê çarçoveyê de her şev çalakiyên cuda cuda piştgiriya berxwedana Rojava dike. Girse îşev jî li hev kom bûn û bi meşekê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û bi dirûşman dilsozî û piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re anî ziman.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin.







