Li gelek navçeyên Stenbolê xwepêşandan

  • 21:52 22 Çile 2026
  • Rojane
STENBOL – Bi pêşengiya DEM Partiyê li gelek navçeyên Stenbolê êrişên li hemberî Rojava hat şermezar kirin û banga "Êrîşan tavilê rawestînin" hat kirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li navçeya Bagcilar, Kaxitxane û Pendîkê ya Stenbolê li dijî êrişên li hemberî Rojava çalakî li dar xist.
 
Di çalakiyan de piştevaniya berxwedana Rojava hat kirin û êriş hatin şermezarkirin.