Nesrîn Ebdullah: Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye

  • 21:04 22 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyarkir ku gelê Kurd li Kobanê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bide û hişyarî da ku agahiyên li ser amadekariya destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk girtine û ev yek dikare bibe sedema komkujiya bi deh hezaran sivîlan.
 
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah, ji bo nirxandina rewşa dawî ya Kobanê, bi beşdariya çapemeniya navneteweyî û rojnamegeran bi rêya Zoomê civîneke çapemeniyê pêk anî. Nesrîn Abdullah a ku ji Kobanê beşdar bû, êrîşên zêde yên li ser Kobanê û Rojava, giraniya rewşa mirovî û rîskên destwerdanên nû nirxand.
 
Nesrîn Abdullah bal kişand ku gelê Rojava û Kobanê di pêvajoyeke giran re derbas dibe û wiha got: “Ez li Kobanê me. Her kes dizane ku em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Gelê Rojava û gelê Kurd di serdemeke pir zehmet de ye. Li seranserê Sûriyeyê pêvajoyeke giran heye. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî xewnên demokrasî, dadwerî û azadiyê yên hemû gelên Sûriyeyê ne. Niha em bi rewşeke girantir re rû bi rû ne. Li Rojava, Cizîr û Kobanê pêvajoyeke pir giran tê jiyîn. Efrîn û Serêkaniyê jixwe di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne û rewşa li wir hîn xirabtir e. Di vê pêvajoyê de em wek gelê Kurd di bin êrîşên siyasî, leşkerî û wijdanî de ne.
 
Felaketeke mirovî
 
Nesrîn Abdullah anî ziman ku êrîş li ser Kobanê zêde bûne û wiha domand: “Kobanê erdnigariyeke piçûk e. Ji aliyê coxrafî ve ji Cizîrê qut e. Ji ber vê yekê êrîşî vir dikin û hesabên xwe li ser vê yekê ava dikin. Ev bajarê ku nikare piştgiriyê bigire, ji aliyê dijmin ve wekî firsend tê dîtin û dibe armanca êrişan. Niha enî li Sirrînê ye û şer pir giran e. Navbera Sirrîn û Kobanê xeteke 30 kîlometreyî ye. Di vê xetê de gelek gund hene. Gel ji tirsê komkujiyê gundên xwe terk kirin û xwe spartin navenda Kobanê. Ev qerebalixî dê bibe sedema pirsgirêkên giran ên mirovî.”
 
Av birîn, elektrîk birîn
 
Nesrîn Abdullah diyar kir ku şer bi dijwarî berdewam dike û komên çete pabendî qaîdeyên agirbestê nabin û ev agahî parve kirin: “Tabloya li eniyê wiha ye: Weke ku fethê bikin, bi çekên giran, bi her cure çekên Tirk û piştgiriya teknîkî, bi mirinê êriş dikin. Bi hezaran çeteyên bi çek hatine anîn. Ev komên ku di destpêka DAIŞ’ê de bi wê re tevdigeriyan, niha bi al û amblemên DAIŞ’ê dîsa derketine holê û êrîşî me dikin. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘em Sûrî ne’, êrîşî gelê Sûriye û Kurdan dikin. Di welatê xwe de kî, çi feth dikin? Bi her cure taktîkên şerê qirêj û çekên giran êrîş dikin. Armanca wan qirkirin û komkujî ye. Ne tenê êrişên leşkerî hene; av birîn, elektrîk birîn. Li Kobanê hemû rê girtin. Stokên xwarinê diqedin. Tê payîn ku berf bibare. Mirovên ku ji gundan tên dê li ku û çawa bi cih bibin? Di bin van êrîşan de raya giştî ya cîhanê divê rastiyan bizane.”
 
Bi komkujiyê re rû bi rû dihêlin
 
Nesrîn Abdullah diyar kir ku li ser Sûriye û bi taybetî li ser gelê Kurd komployeke navneteweyî tê meşandin: “Sûriyeyê diqedînin, rastiya Sûriyeyê dikujin. Heke gelê Kurd li vir têk biçe, heke HSD têk biçe, Sûriye êdî nabe Sûriye. Serkeftina têkoşîna gelê Kurd dê bibe qezenca Sûriyeyê. Îro Sûriyeyî jî mixabin her çend dereng be jî, bi vê yekê hesiyan. Heke komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bikin, ev çete dê deriyekî felaketek mezin ji bo Sûriyeyê vekin. Dewleteke DAÎŞ’ê tê avakirin. Hemû êrişên ku îro diqewimin, êrîşên DAIŞ’ê ne. Ev êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rêbazên DAIŞ’ê hîn sîstematîktir bûne, tenê navên wan kirine ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’. Nexwe mafên mirovan, rûmeta mirovahiyê û wijdan li ku ne? Ya xuya dike ev e: Dixwazin DAIŞ’eke modern biafirînin.”
 
Sivîlan berdêl da
 
“Dema em wek mirov li dîmenên êrîşan dinêrin, em nikarin jê bawer bikin. Serê şervanên me yên jin jê dikin. Ev çi mirovahî ye? Jêkirina biskên şervaneke jin û pêşkêşkirina vê wekî serkeftin, dikare bibe çi cure serkeftin? Em dikarin vê hovîtiyê çawa pênase bikin? Ji bo ku komkujî çênebin, em ji gelek cihan vekişiyan. Ji bo sivîl neyên qetilkirin, em li gelek cihan paşve çûn. Hevalên me ji bo sivîl neyên qetilkirin, dîl ketin. Em ne wek wan in. Wekî hêzeke fedaî em dikarin li ber xwe bidin, lê dê komkujiyên mezin pêk bihata. Ji ber ku hêza me êrîşî sivîlan nake, wan diparêze.”
 
Biryara berxwedanê
 
“Lê belê îro Kobanê tevî gelê me xeta me ya sor e. Em vir diparêzin û em ê qet tawîzê nedin. Hin dewlet pesnê vê hovîtiyê didin. Divê mirov bipirse ka ew çi diparêzin: Komkujiyê an hovîtiyê? Piştî ku erdnigarî bi mirovahî û wijdan neyê birêvebirin, çi wateya wê heye? Îro li vir êrîşên bêsinc tên meşandin. Şervanên me yên jin dîl hatine girtin, bi vîdyoyan têne firotin. Ma ji vê bêexlaqiyek mezintir heye? Em li dijî vê hişmendiyê mirovahiyê diparêzin. Em vê bi zelalî dibêjin: Namûs ne di por an di biska me de ye; di hiş, wijdan û berxwedana me de ye. Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye.”
 
Amadekariya dewleta DAIŞ’ê
 
“Artêşa Sûriyeyê li her herêma ku dikevê de, alên DAIŞ’ê hildide û vê bi vîdyoyan belav dike. Di rastiyê de avabûneke DAIŞ’a modern tê amadekirin. Ev ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû herêmê û cîhanê xeternak e. Ev serjêkirin û komkujî dê li her derê cîhanê pêk werin. Divê her kes bizanibe em bi çi re têdikoşin. Dewlet piştgiriyê didin vê. Banga min di serî de ji bo jinan û ji bo raya giştî ya cîhanê ye.”
 
Nesrîn Abdullah paşê bersiva pirsên rojnamegerên ku beşdarî civîna Zoomê bûn da. Li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê êrişên li ser Kobanê de wiha got: “Çekên giran û teknîka ku dewleta Tirk dide çeteyan heye. Di nav hêzên ku Kobanê dorpêç kirine de têkiliyên DAIŞ’ê hene. Komên wekî Siltan Mirad, Hemze û Emşat û hin avaniyên eşîran hene. Çekên van koman ên dewleta Tirk in. Dixwazin Kobanê ji aliyê leşkerî û mirovî ve hilweşînin. Di êrîşên SÎHA yên dewleta Tirk de hevalên me şehîd dibin. Berî du rojan şeş hevalên me di êrîşên SÎHA’yan de şehîd bûn. Kobanê ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê mirovî û jiyanî ve jî tê xwestin ku were hilweşandin. Bi girtina bendavê re av û elektrîk hatin birîn. Bajar di bin ambargoyeke tam de ye. Nexweşxane dê bê elektrîk bimînin. Ji ber nebûna avê rîska nexweşiyên vegirtî zêde dibe, stokên sotemenî û xwarinê gihîştine xala qedandinê. Berf dibare; sivîl ji derfetên stargeh û germbûnê bêpar in.”
 
Nesrîn Abdullah tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Kobanê jî nirxand û diyar kir ku agahiyên li ser amadekariya Tirkiyeyê ya ji bo destwerdana rasterast girtine û wiha got: “Li ser xeta Pirsûsê wesayîtên zirxî û leşker hatine bicihkirin. Dîmenên van jî hene. Ev geşedan nîşan didin ku dixwazin çembera Kobanê berfireh bikin û Tirkiye amadekariya şerekî bi rêya hewayî û bejayî dike. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin: Di rewşeke wiha de dê bi deh hezaran mirov were qetilkirin. Encamên destwerdaneke wiha dê bibe felaketeke mirovî.”