Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya
- 19:05 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyan li navçeya Kelarê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê dan destpê kirin.
Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de dewam dike. Divê çarçoveyê de komek welatiyên xwebexş yên li navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê ya bi navê ‘Kampanyaya Kezî’ dan destpê kirin.
Kampanya li ser rêya Marîna ya Kelarê hatiye destpê kirin û wê rojane siharê heya saet 23:00’yê şevê vekirî bimîne.
Welatî dikarin alîkariyên madî, xwarin, pêdawîstiyên zarokan, derman û pêdawîstiyên zivistanê radest bikin.
Li gorî agahiyan wê ev kampanyaya nîştimanî heya 6 rojên din dewam bike. Welatiyên xwebexş ên ku kampanya dane destpê kirin, bang li her kesê kirin ku tevlî kampanyayê bibin, ji ber ku ev yek li bermaberî rewşa niha erkek exlaqî, mirovî û netewiye.







