11 parlamenterên Ingilistanê ji bo Rojava ketin tevgerê
- 18:50 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 11 parlamenterên Ingilistanê êrîşên li ser gelê Kurd û qeyrana mirovî ya kûr dibe di Parlamentoya Brîtanyayê de anîn ziman û xwestin parlamento bikeve nava tevgerê.
Parlamenterên ku di nav wan de lîderê berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn jî heye, bi sernavê “Rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê” pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Brîtanyayê kirin.
Bi pêşniyaznameyê re bang li hikûmeta Brîtanyayê hat kirin ku li dijî êrîşên leşkerî yên zêde dibin roleke dîplomatîk a çalak bigire ser xwe, mekanîzmayên navneteweyî ji bo parastina sivîlan bixe dewrê û ji bo statûya siyasî ya gelê Kurd di bin misogeriya destûrî de bê girtin bangeke aşkere hat kirin.
Di pêşniyaznameyê de bal hat kişandin ku tenê rojek piştî agirbesta navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya di bin pêşengiya Kurdan de pêk hatibû, pevçûnan dîsa dest pê kiriye.
Parlamenteran destnîşan kir ku bi taybetî piştî êrîşên leşkerî yên li du taxên Helebê hatin meşandin, hêzên Kurd ji herêmê hatine derxistin û di vê pêvajoyê de zêdetirî 155 hezar sivîl bi zorê ji cih û warên xwe bûne. Di teksta ku pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin de hişyarî hat dayîn ku heke bilindbûna leşkerî berdewam bike, dê li herêmê bêtir mirin, wêranî û koçberiya girseyî pêk were.
Teksta pêşniyaznameyê tenê bi banga agirbesta mirovî sînordar nema û daxwazên aşkere yên derbarê mafên siyasî û civakî yên gelê Kurd de dihewîne.
Di tekstê de ji hikûmeta Brîtanyayê hate xwestin ku van gavan biavêje:
*Piştgirîkirina pêvajoya muzakereyê ya berfireh û rasterast di navbera meqamên Sûriyeyê û nûnerên Kurd de,
*Zêdekirina hewldanên dîplomatîk ji bo dabînkirina agirbesteke bilez û mayînde,
*Daxwazkirina misogerkirina berbiçav û girêder ji bo parastina sivîlan û civakên kêmneteweyî,
*Avakirina mekanîzmayên zelal li dijî koçberkirina bi darê zorê, êrîşên tolhildanê û guhertina demografîk,
*Bihêzkirina zexta navneteweyî ji bo naskirina nasname, ziman û xweseriya herêmî ya Kurdan di Destûra Sûriyeyê de,
Avakirina mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe bi armanca şopandina pêvajoyên agirbestê û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan.
Di pêşniyaznameya ku bal hate kişandin ser daxwaza statûyê ya ji bo neteweya Kurd de, bi taybetî hate xwestin ku nasname, ziman û mafê rêveberiya herêmî ya Kurdan di asta destûrî de bê naskirin. Parlamenteran her wiha anîn ziman ku divê Kurd ne tenê wekî aktorekî leşkerî, lê di heman demê de wekî kirdeyekî pêvajoya çareseriya siyasî bên pejirandin. Heta niha hejmara parlamenterên ku îmze avêtine pêşniyaznameyê gihîşt 11’an û tê payîn ku ev hejmar zêde bibe.
Navên kesên ku îmze avêtine ev in: Jeremy Corbyn (Serbixwe), John McDonnell (Partiya Karker), Richard Burgon (Partiya Karker), Kate Osborne (Partiya Karker), Rebecca Long-Bailey (Partiya Karker), Brian Leishman (Partiya Karker), Bell Ribeiro-Addy (Partiya Karker), Neil Duncan-Jordan (Partiya Karker), Apsana Begum (Partiya Karker), Carla Denyer (Partiya Keskan), Siân Berry (Partiya Keskan).







