Li Rojava mamoste di berxwedanê de ne
- 01:03 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Tekiliyên Dervê ya Komîteya Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik anî ziman ku ew ji bo parastina axa xwe li qadan in û bang li mamosteyên cîhanê kir ku bi Rojava re di nava piştgiriyê de bin.
Komîteya Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava li qadan in. Berdevka Tekiliyên Dervê ya Komîteya Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşik bang li mamosteyên cîhanê kir ku bi Rojava re di nava piştgiriyê de bin.
Nesrîn Reşik ku li ser hesabên medyaya dîjîtal dîmenek parve kir, anî ziman ku êrişên di 6ê Çileyê de li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkirin niha jî li Rojava didomin û got: “Qirkirineke mezin pêk tê. Li vir pergaleke pir zimanî ya perwerdehiyê dihat meşandin. Ew qirkirin di heman demê de qirkirineke çandî ye jî. Lê hemû cîhan li dijî vê yekê bêdeng e. Saziyên mafên mirovan ên cîhanê bêdeng in. Ew bêdengî xetereyeke mezin e. Kurd 14 sal in li dijî DAIŞê têdikoşin û hem herêm hem jî cîhan ji wan diparast. Lê niha ew terorîst dixwazin tola xwe hilînin.”
Nesrîn Reşik anî ziman ku gelê Kurd hatiye dorpêçkirin û wiha domand: “Gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Em jî weke mamoste li çeperên şer in. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku xwedî li Rojava derbikevin. Xwedî li pergala li vir hatiye demezrandin derbikevin. Ez hevî dikim hemû kesên ku vî videoyî temaşe bikin dengê me bibîhîzin û xwedî derbikevin.”







