QSD’ê ji kampa Holê vekişiya

  • 16:55 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, ew neçar in hêzên xwe ji kampê vekişînin.
 
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê kampa Holê de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û ji ber ku  civaka navneteweyî berpirsyariya xwe li hemberî çareserkirina vê dosyaya xeternak pêk nayîne, hêzên me neçar in ji kampê vekişin û li derdora bajarên bakurê Sûriyeyê bibin ku bi xetere û gefên zêde rû bi rû ye."