Mazlum Ebdî: Em ê herêmên Kurdan biparêzin

  • 19:13 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî diyar kir ku ew ber bi herêmên piraniya niştecihên wan Kurdin ve vekişyane û parastina van herêma xeta sor e. Ebdî bi bîr xist ku êrişên li ser Hesekê û Kobaniyê jî didomin.
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî rewşa dawî ji Ronahî TV re nirxand û daxuyaniyên girîng da. Ebdî rewşa dawî ya li herêmê nirxand û anî ziman ku êrişên çeteyên HTŞê li ser Kobanê, Hesekê û gundewarên wê didomin. Ebdî bal kişand ser van xalan: “Em berî her tiştî berxwedana hemû sivîl û şervanên rastî êrişên gelelk hov hatin û bi qetilkirina sîstematîk re rû bi rû man, bi minet û rûmet bîr tînim. Em dê têkoşîna wan berdewam bikin.”
 
‘Êrişên li Şedadê û Kampa Holê zêde dibin’
 
Di axaftina xwe Ebdî êrişên ji bo rizgarkirina endamên DAIŞê bi bîr xist û wiha domand: “Êrişên li ser Girtîgeha Şeddadê û Kampa Holê zêde bûne. Ev êriş rewşek gelek xeter derdixe holê. Ji şevê din heta niha ev her du dever di bin êrişan de ye. Dixwazin bi zorê dagir bikin. Bi yekîneyên leşkerî, erebeyên zirhî û çekên giran êriş dikin. Parazavanên girtîgehê bi talûkeya mirinê re rû bi rû bû. Ji ber vê yekê me parazvanên girtîgehê pavşe kişandin.”
 
‘Golanî bersiv nade mizakereyan’
 
Fermandar Mazlum Ebdî diyar kir ku êrişên çeteyên HTŞê li dijî bajarên Hesekê, gundewarên wê û her wiha li dijî bajarê Kobanê didomîne. Ebdî ve tişt gotin: “Rejîma Golanî ev du hefteye bersiv nade agirbestên hatine îlankirin û di pratîkê de vala derdixe. Ji diyalog û mizakereyan direve û êrişan pêk tîne.”
 
‘Herêmên Kurdan xeta sor e’
 
Mazlum Ebdî anî ziman ku vekişiyane deverên piraniya niştecihên wan Kurd û dê bi hemû rê û rêbazan van herêman biparêzin. Ebdî wiha pêde çû: “Herêmên Kurdan xeta sor e û heta dawiyê em dê biparêzin. Tu caran ji van deran gavek paşve nayê avêtin.”
 
Banga ‘vegera mizakereyan’ li Golanî kir
 
Di dawiya axaftina xwe de Mazlum Ebdî bang li Hevpeymana Navneteweyî û DYAyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wargehên endam û malbatên DAIŞê lê bigirin ser xwe. Ebdî bang li Golanî jî kir ku dest ji êrişan berde û vegere mizakereyan.