Çeteyan 2 jinên YPJ'yî revandin!

  • 10:22 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz ku di bin serokatiya serçete Ehmed Şera de ne, li herêma Dêrazorê 2 şervanên YPJ’ê revandin. Bûyer li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin.
 
Êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Çeteyên hov li Dêrazorê 2 şervanên jin revandin.
 
Dîmenê ku her du şervanên YPJ'ê piştî revandina wan ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ve nîşan dide, pêlek hêrs û şermezarkirina raya giştî derxist holê.
 
Çeteyên hikumeta demkî dîmenek weşandin, çeteyan 2 şervanên YPJ’ê li herêma Dêrazorê revandine. Ev kiryar ji hêla raya giştî ve hat şemezerkirin.
 
Çalakvan, rewşenbîr û rêxistinên mafên jinan revandina 2 şervanên jin şermezar kirin, daxwaza berdana wan û darizandina berpirsiyaran kirin.
 
Di dîmen de ku li ser medyaya dijîtal belav bûye, xuya dibe ku 2 şervanên YPJ’ê yên bi navê Amara Intiqam û Narîn Axîn li herêma Dêrazorê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve hatine revandin.