Ji girtîgeha Eqtanê peyama şervanên YPJ'ê: Em ê rûmetê biparêzin
- 11:48 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku wê li Girtîgeha Eqtanê li ber xwe bidin û rûmeta mirovahiyê bi dewamî biparêzin.
Şervanên YPJ'ê ji girtîgeha Eqtan a Reqayê dîmenek weşand ku çeteyên DAÎŞ'î lê têne ragirtin û biryardariya xwe ya li ser berxwedanê destnîşan kirin.
Peyama şervanên YPJ'ê bi vî rengî ye: "Em Girtîgeha Eqtanê li dijî êrişan diparêzin ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne. Ev çete gefê li ewlekariya cîhanê dixwin. Em ê li vê derê ewlehiya cîhanê bi dewamî biparêzin. 2 roj in li gel hemû êrişên li ser vê derê jî me ev der neterikandin. Weke YPJ em zanin ku em hêzek in ku bûne malê mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî em ê heta nefesa xwe ya dawî li vê derê rûmeta mirovahiyê bi dewamî biparêzin.
Bi tank, top û balafiran bi ser me ve tên. Em ji van natirsin. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Divê cîhan berxwedana li vê derê bibîne. Divê guh bide dengê me. Ji bo parastina destketiyên gelê me em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Bila her kes bi vê zanibe."







