Gelê Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve bi rê ket

  • 10:11 20 Çile 2026
  • Rojane
SILÊMANÎ - Ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Rojava re bi rê ket.
 
Gelê bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ku ji doh bi şev û vir ve li dijî êrişên çeteyên ser bi hikumeta Şamê ya veguhêz li qadan e, bi berbanga sibehê re ji bo piştgiriyê bide berxwedanê ber bi Rojava ve bi rê ket.
 
Girseya gel li navenda bajêr li hev kom bû û bi dirûşmên "Yekîtiya Kurdistanê" û bi konvoyên wesayitan ber bi Rojava bi rê ket.