‘HTŞ êrîşên xwe yên li ser bawerî û gelan dewam dike’

  • 09:02 20 Çile 2026
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama Konseya Înîsiyatîfa Demokratîk (DÎK) Hatice Kavran di nirxandina xwe ya li ser HTŞ’ê de diyar kir ku HTŞ dixwaze cudahiyên ku ew wekî gef dibînin ji holê rake û destnîşan kir ku êrîş berdewam dikin û bal kişand ser rola Tirkiyeyê di êrîşan de.
 
Di navbera 6 û 10’ê Çileyê de, çeteyên HTŞ’ê bi çekên giran êrîşî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zed ên Helebê kirin. Di van êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin, bi sedan hatin revandin û bi deh hezaran kes jî koçber bûn. Li gel ku li gelek deveran, di serî de li Şêx Meqsûd û Eşrefiye, êrîş berdewam dikin  ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê bertek jî li dijî êrîş û komkujiyan bilind dibin.
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran, derbarê êrîşên çeteyên HTŞ’ê de diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser bawerî û nasnameyên cuda yên li Sûriyeyê dijîn sûcek li dijî mirovahiyê ye û Îslama Demokratîk ji bo derketina Rojhilata Navîn ji hawîrdora şer girîng e.
 
'HTŞ êrîşî gel û baweriyan dike'
 
Hatice Kavran diyar kir ku gelek sedemên êrîşkirina HTŞ’ê yên taxên Kurdan li Helebê hene û got ku sedema herî girîng ew e ku dê Sûriyeyê veguherîne dewletek ku ji hêla zihniyeta Sunnî, Ereb û baviksalar ve tê rêvebirin. Hatice Kavran wiha berdewam kir, "Armanca vê zihniyetê ew e ku cudahîyên ku ew wekî gef dibînin ji holê rake an bêbandor bike. HTŞ bi dorê êrîşî gel û baweriyan dike. Tirkiye hewl dide ku bi afirandina dabeşbûnê di navbera wan de hêzên Kurdan qels bike. Perspektîfa zihniyeta netewdewletê dewletê di derbarê her destkeftiyên ku ji hêla Kurdan ve li her beşek Kurdistanê hatine bidestxistin de heman e. Fikra serdest ev e ku 'Divê Kurd bê statû bimînin ku heta asîmîle bibin û winda bibin. Netwdewlet tene bi vî rengi dikarin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ji ber ku ew ji her kesî bêtir haydar in ku ew li ser axa Kurdan dagirker in. Ew ramana ku Kurd rojekê wê ji wan re bibîr bînin ku ew dagirker in, wan bi qasî ku pêkan bêexlaq û êrîşkar dike.”
 
'Êrîşên etnîkî û mezhebî sûcên li dijî mirovahiyê ne'
 
Hatîce Kavran diyar kir ku şertê jiyana hevbeş a gel û baweriyan azadî, wekhevî û rêveberiya hevbeş e û got, "Tu gel nikare bi zorÊ bi gelekî din re bibe yek.  Zextên li ser gelan, nefret û dijminatiyê çêdikin. Ev dijminatî di dawiyê de vediguhere pevçûn û şeran. Tekane rêya pêşîgirtina vê yekê, pêkanîna modelek li ser bingeha wekheviyê di warê azadî û qadên etnîsîte, ziman, mezheb û baweriyê de ye. Divê bi zelalî were gotin ku ewlehiya gelekî bi zordariya yê din nayê misogerkirin. Êrîşên etnîkî an mezhebî sûcên li dijî mirovahiyê ne."
 
'Em li dijî ferzkirina olê ji hêla dewletê ve ne'
 
Hatice Kavran, diyar kir ku perspektîfa Îslama Demokratîk li ser demokrasiyê ne yekreng e, got ku bawerî, welatê ku mirov lê dijî, perwerde û azadiyên kesane perspektîfên cûda diyar dikin. Hatice Kavran wiha dirêjî dşayê, "Perspektîfa Misilmanên ku demokrasiyê dipejirînin li ser têgihîştina Îslama Demokratîk bi gelemperî lihevhatî, rexnegir û mafparêz e. Ji bo me, pirsgirêk ne 'Îslam an demokrasî?' ye, lê 'Îslam çawa dikare bi awayekî demokratî were jiyîn?' Îslama Demokratîk wekhevî û ola bêyî zorê ye. Ji bo me, ol meseleyek wijdanî ye. Ji ber vê yekê, em hem li dijî ferzkirina olê ji hêla dewletê ve ne Bi gotineke din, ol bêyî bawerî û îradeya azad wateya xwe winda dike. Ji bo ku ol li Rojhilata Navîn nebe amûrek bazirganiyÊ Rojhilata Navîn nebe qada şer, pêdivîya me bi Îslama Demokratîk heye. Bi vî awayî, Tirkiye olê ji bo berjewendiyên xwe b ikar tîne."