Li İzmîrê ji bo Rojava çalaki

  • 21:53 19 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR – Li Menemen a Îzmîrê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê, di daxuyaniya hat dayîn de hat destnîşankirin ku êrîş êrîşeke îdeolojîk li dijî felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ye.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê (DEKUP) li Parka Demokrasiyê ya navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava daxuyanî da. Di daxuyaniyê de  pankartek bi nivîsa "Em li hember komkujiya li Rojava bêdeng namînin. Çareserî di Manîfestoya Civaka Demokratîk de ye" hat vekirin û gelek caran dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Daxuyaniya Tirkî ji hêla Yoldaş Çiftçi û ya Kurdî jî ji hêla Belkîsa Süleymanoglu ve hat xwendin.
 
Piştî daxuyaniyê, polîsan rê li ber meşa girseyê girt. Hin ji girseyê dorpêça polîsan şikandin û bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" meşiyan.