Li Efrînê di 8 salan de çi bû?

  • 09:06 19 Çile 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Li gorî bîlançoya 8 salan a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiye û çeteyên girêdayê wê ve 700 kes hatine qetilkirin û hezar jê jin û zarok 10 hezar kes hatine revandin.
 
Tirkiye û çeteyên girêdayê wê di 20’ê Çileyê ya 2018’an de li hember Efrînê ya girêdayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa dagirkirinê da destpêkirin. Di êrîşan de 79 balafirên şer ên aydê Tirkiyeyê, bi hezaran leşker û çete hatin bikaranîn û bajar wêran kirin. Bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn, bi dehezaran koçber bûn. Di bin navê îfadeya ‘şaxê zeytûnê’ de li bajar darên zeytûnan hatin şewitandin û birîn. Çeteyan darên birîn anîn Tirkiyeyê.
 
Cara sêyemîn ji warê xwe bûn
 
Gelê hat koçberkirin ji aliyê rêveberiya xweser ve li herêma Şehba û Til Rifatê hatin bicihkirin. Tirkiyeya ku ketina rejîmê derfet dît, bi HTŞ’ê re li dijî Şehba û Til Rifatê êrîş dan destpêkirin û Efrîniyan vê carê berê xwe dan taxên Teqba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş dan destpêkirin û Efrînî cara sêyemîn koçber bûn. Vê carê jî li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicih bûn.
 
700 qetilkirin 10 hezar revandin
 
Li gorî rapora binpêkirina mafan a Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê hezar jê jin 10 hezar kes hatine revandin. Di 2025’an de jî 600-700 kesên girtî surgunê girtîgeha Kilisê hatin kirin. Li aliyê din di 8 salan de di encama îşkenceyê de 10 jê întîxar bi giştî 700 kes hatin qetilkirin.
 
Di 8 salan de hezar jin û zarok hatin revandin
 
Dîsa li gorî heman raporê di nav de jin û zarok jî hebûn destdirêjî li 750 kesî hat kirin û ji hezarî zêdetir jin û zarok hatin revandin. Her wiha ji sedî zêdetir jin hîna di bin çavan de ne û aqûbeta bi dehan jinî jî nayê zanîn.
 
10 hezar mal û 7 hezar dikan hatin xespkirin
 
Piştî dagirkirina Efrînê mal û xaniyên welatiyan hatin desteserkirin. Di 8 salan de 10 hezar xanî û 7 hezar dikan hatin xespkirin. 300 avahî hatin firotin. Li aliyê din jî Efrînî bi zorê ji warê wan hatin derxistin û li cihên ku çete serdest bûn bicih kirin.
 
Gelên cuda hatin bicihkirin
 
Li herêmê 47 cihên xwecihî û bi dehan kamp hatin avakirin. Beriya şerê Sûriyeyê li Sûriyeyê di kampên hatibûn avakirin de 525 malbatên Fîlîstînî û ligel vê malbatên Ereb û Tirk li van deran hatin bicihkirin.
 
Bi mîlyonan dar hatin birîn
 
Li gorî raporê ji mîlyonekê zêdetir dar hatin birîn û 50 hezar hatine şewitandin û 40 hezar dar jî hatine rakirin. Ji 33 hezar hektar erdê çandiniyê yê bajar 12 hektar hat şewitandin. 39 hezar û 500 hektar dar hatin birîn.
 
Di 8 salan de hat tunekirin
 
59 qadên arkeolojîk û hoyuk yên li navenda Efrînû navçeyên wê hatin texrîbkirin. 28 goristanên Êzidî û Misilman hatin texrîbkirin.
 
Der barê mijarê de Rêvebera Mafê Mirovan a Sûriye ya Efrînê Nayle Mehmud ji ajansa me re axivî.
 
 
Peymana 10’ê Adarê û Efrîn
 
Nayle Mehmûd da zanîn ku Tirkiye û çeteyên girêdayê wê di 2018’an de êrîşê Efrînê kirine û got: “Bi êrîşan re gel bi komkujiyan re hatin rû hev. Piştre gel koçî Şehba û Til Rifatê kir. Li vir jî bi êrîşan re hatin rû hev. Piştî hilweşîna rejîma Baasê bi gel re hêvî ava bû. Lê di pêvajoya pêş ket de gel cara duyemîn koçber bû. Hikûmeta Demkî ya Şamê li gorî peymana 10’ê Adarê tevbigere wê Efrînî vegerin ser axa xwe.”
 
Nayle Mehmûd bi koçberiyê pirsgirêkên hatine jiyîn jî wiha ragihand: “Di 8 salan de gel her tim koçber bû. Bi komkujiyan re hatin rû hev. Gel her tim hewl da vegere ser axa xwe. Lê ji ber êrîşan ev pêk nehat. Divê rêxistinên maf gavan bavêjin. Divê polîtîkaya koçberkirinê bê bidawîkirin. Divê zext li hikûmeta demkî ya Şamê bê kirin.”