Îlham Ehmed banga baldarî û pabendbûna bi agirbestê kir
- 11:15 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, bang li gelê Kantona Cizîre kir ku baldar bin û got: “Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in.
Di saetên dawî de li ser platformên medyaya dîjîtal dîmenên bê bingeh tên belavkirin. Di van dîmanan de tê îdiakirin ku li Kantona Cizîre ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî hatine kirin, bi van îdiayan dixwazin fitneyê derbixin û raya giştî bikişkişînin û li ser bûyerên di demên dawî de dixwazin tirsê bixin nava gel.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X peyamek da û got: “Ez ji gelê me rica dikim baldar bin. Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in û ji aliyê hêzên dijmin ve tên belavkirin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku bi van hewldanan hewl didin agirbestê binpê bikin, di nava eşîretan de rageşiyê zêde bikin û êrîşên xwe yên li dijî Hesekê û Kobanê ji nû ve bidin destpêkirin û got: “Em pabendiya xwe ya bi agirbestê û yekîtiya hêzan piştrast dikin.”







