Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 09:43 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Qanûna Sîstemeke ku ji hêla Mêran ve Serdest e" hate weşandin.
Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Qanûna Sîstemeke ku ji hêla Mêran ve Serdest e" hate weşandin.
Di vê hejmarê de jinan bal birine ser mijara pakêtên darazê, zagonan û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
*Di pergala hiqûqa serdest a mêr de gotina "destkeftî" û rastiya jinan / Meral Daniş Beştaş
*Hiqûqa ji bo jinan pêk nayê civakê tune dike / Dîlan Kunt Ayan
*Zagon çima tên çêkirin ? / Adalet Kaya
*Polîtîkayên înfazê û pirsgirêka bêcezatiyê ya tundiya li ser jinan a kûr dibe / Fatma Hopikoglu
*Berxwedan û bîr: Dîroka jinan a ku nayê bêdengkirin/Hatice Oncu
*Honaka dayiktiyê : Avakirineke civakî ya ji biyolojiyê wêdetir / Gulay Tekin







