Heyeta Îmraliyê wê sibê daxuyaniyê bide
- 20:30 17 Çile 2026
- Rojane
ENQERE- Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî dê sibe daxuyaniyeke nivîskî bide.
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digirin îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Hat hîn bûn ku heyet dê sibe der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke niviskî bide.







