Gumanbarê tundiyê hat berdan

  • 20:11 16 Çile 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş-Derya Ren
 
RIHA - Parêzvanê serokomar Yasîn Çakmak, bi îşkenceyê hewl da Fatma Çakmak ya pê re zewicandiye qetil bike. Gumanbar Yasîn Çakmak bi şerta kontrola edlî hat berdan.
 
Gumanbar Yasîn Çakmak ku parêzvaniya serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikir û di Yekîneya Perwerdehiya Daîreya Parastina Serokomariyê de peywirdar bû, hewl da Fatma Çakmak ya pê re zewicandiye bi kêrê qetil bike.
 
Fatma Çakmak di 12’ê Çile de xwest dest ji gumanbar Yasîn Çakmak berde û piştî vê gumanbar tundî li Fatma Çakmak kir û hewl da bi kêrê qetil bike.
 
Fatma Çakmak ku birÎndar bû rakirin nexweşaneyê û bi lez ji nexweşxaneyê hat derxistin. Heman rojê gumanbar hat binçavkirin û bi şerta kontrola edlî hat berdan.