Meclîsa Îştarê li dijî meleyê bêrêzî li jina kurd kir daxuyaniyek da

  • 09:58 14 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî bêrêziya mele Mehzer ya li hemberî şervana jin a li dijî êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şer kir, şehîd bû û piştre cîhadîstên HTŞ’ê cenazeyê wê ji avahiyê avêtin, daxuyaniyek da.
 
6’ê Çileyê hêzên cîhadîst ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca qirkirinê êrîşê taxên Kurdan ên Şêx Meqxûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di vî şerî de şervaneke jin şehîd bû. Cîhadîstên HTŞ’ê bi awayekî hovane bêrêzî li hemberî cenazeyê şervana jin kirin. Li ser vê mijarê kesekî bi navê mele Mezher li hemberî jina şoreşger û giştî jinan axaftinên bêrêz kir. Li ser vê mijarê Meclîsa Îştar a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî da.
 
‘Rêberên olî divê xwedî mînakên dilovanî dadwerî û rêzgirtinê bin’
 
Daxuyaniya Meclîsa Îştar a Mexmûrê wiha ye: “Dema ku em qala mela yan jî rêberên olî dikin, li gorî rûmeta olan tê zanîn ku ew mînakên dilovanî, dadwerî û rêzgirtinê ne. Lê mixabin, carna em dibînîn ku hinek kes vê erka xwe ji bo biçûkxistin û tunehesibandina nîvê civakê ango jinan bi kar tînin. Jina ku tê biçûkxistin dayîk e, xwişk e, hevjîn e, şoreşger e û berî her tiştî mirov e. Ji bo wê tu bawerî yan jî ramanek destûr nade rûmeta mirovekî bê binpêkirin. Ji ber ku di bingeha baweriyan de ‘zanist’ û ‘exlaq’ heye. Melayekî ku li cihê zanînê, hêrs û nefreta xwe li hemberî jina ku parêzvaniya xak û civaka xwe dike belav bike, ev tê wê wateyê ku ji erka xwe ya rast dûr ketiye. Em dizanin ku dema zimanê hêrsê li hemberî jinan tê bikaranîn ev dibe sedem di nava malbat û kolanan de zêdebûna tundiya li ser jinan.
 
Weke ku dîrok jî şahîd e jin ne tenê berpirsyarên mala xwe ne di heman demê de avakarên jiyanê û parêzvanên rûmeta civakê ne jî. Bêguman keddayîna malê pîroz e lê jinan tenê di karê malê de sînordarkirin û asêkirin hewldana bê îradehiştina jinan e. Jinên ku îro di qadên şer û zanistê de cih digrin nîşandan ku sînorên wan, ji sînorên ku hişmendiya desthilatdar a kujerê kastîk ji bo wan diyar kiriye gelekî berfirehtir e.
 
Ji bo wê em li dijî hişmendiya paşverû ya ku dixwaze civakê tenê di bin zayendperestiyê de birêve bibe bang dikin û dibêjin li dîroka jinan, bi taybetî jî li dîroka jinên Kurd a berxwedêr a ji Rindêxanan bigre heta Adîle Xanim, Leyla Qasim, Sara, Arîn û herî dawiyê jî şoreşgerên jin Denîz, Leyla Qasim û Gerîla Amara yên ku şerê Şex Meqsûd û Eşrefiyê de canê xwe ji bo xak û civaka xwe daye û şehîd bûn binêrin ku hûn xwe ji hişmendiya zayendperestî xilas bikin.
 
Li ser vê bingehê em nêrîna ku jinan weke ‘milkê malê’ dibîne şermezar dikin. Em dibêjin jin soreş e, jin jiyan e û jin azadî ye. Tu hêz nikare vîna jinên ku hişyar û zana bûne bisekinîne.”