Xwendekaran êrişên li Rojava şermezar kirin
- 10:44 14 Çile 2026
- Rojane
WAN – Xwendekarên li wargehên keçan ên li Wanê êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Xwendekarên jin ên li wargeha keçan ên Aişe Sıddıka, Seyyid Fehim Arvasi û li wargaha keçan a Wanê yên li Wanê, êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên li Helebê û li ser Rojava duh êvarê protesto kirin. Xwendekaran di çarçoveya xwepêşandanê de çalakiya vemirandina ronahîyê li dar xistin. Di dema çalakiyê de, xwendekaran gelek caran dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin û demek dirêj bi dirûşmeyan çalakiya xwe berdewam kirin.
Xwendekarên ku li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanan li dar dixin, li kampusan, wargehan û kolanan bertekên xwe nîşan didin.







