Tifaqa Dengê Hêviyê: Jinên Kurd li navenda hevkêşeya aştiyê ne
- 22:38 12 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Dengê Hêviyê ya Li Dijî Tundiyê, li ser zêdebûna binpêkirinên li dijî sivîlan a li Sûriyeyê, daxuyaniyek da. Tifaqê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew hemû qetilkirin û vederkirinê red dike û balkişand li ser girîngiya parastina rûmeta mirov.
Tifaqa Dengê Hêviyê ya Li Dijî Tundiyê, balkişand ser rola navendî ya jinên Kurd di şerê li dijî tundî û tundrewiyê li Sûriyeyê de, têkoşîna wan mîna parçeyekî yekgirtî ya têkoşîna mirovî ya berfireh a ji bo azadî û edaletê bi nav kir.
Tifaqa Dengê Hêviyê ya Li Dijî Tundiyê, bi daxuyaniyekî binpêkirin, tundî û êrîşên li dijî li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ve tên pêkanîn şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku binpêkirinên tên kirin gef li edalet û rûmeta mirovan dixwo û çareseriya mayînde zehmet dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jinên Kurd di têkoşîna li dijî tundî û vederkirinê de rolek çalak dilîzin û aktorên bingehîn in.
Tifaqa Dengê Hêviyê ya Li Dijî Tundiyê, destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd îspat dike ku wêrekî ne girêdayî zayend an jî bedenê ye, berovajî di şert û mercên herî tarî yên herêmê de nîşan daye ku girêdayî hişmendî, îrade û helwesta exlaqî ye. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku parastina jinan, naskirina rolên wan û beşdarbûna wan di pêvajoyên aştiyê de ji bo çareseriyek dadperwer a li Sûriyeyê pir girîng e û vederkirina wan tundiye ji nû ve hilberîne.
Tifaqa Dengê Hêviyê ya Li Dijî Tundiyê, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinan rawestîne, ji berpirsyaran hesab bixwaze û bi gotina "Bêyî edalet aştî nabe û bêyî rûmet jî edalet nabe” jinên têkoşer slav kir.
Tifaqê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku berdewamiya binpêkirinên li dijî sivîlan gefê li nirxên edalet û rûmeta mirovan dixwe û hewldanên ji bo dîtina çareseriyek dadperwer û mayînde ya ji bo qeyrana Sûriyeyê qels dike.







