HTŞ’ê li Şêxmeqsûdê ji malbatekê 14 kes kuşt
- 23:42 12 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteyên herêmî ragihandin ku di êrîşeke çeteyên HTŞ (Heyat Tehrîr el-Şam) de li Şêx Meqsûdê 14 endamên heman malbatê hatine kuştin.
Çeteyên girêdayî HTŞ’ê rê li ber çapemenî û sivîlan digirin ku bikevin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, niştecihên taxên ku di rojên berê de rastî bombebarana sîstematîk hatine, hatine binçavkirin. Komîteyên herêmî yên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dixebitin ragihandin ku jin û zarok birine mizgeftan, mêr jî birine cihên nenas.
Komîteyên herêmî diyar kirin ku li Şêxmeqsûdê komkujiyek pêk hatiye û ragihandin ku 14 endamên heman malbatê hatine kuştin. Komîteyê tekez kir ku bûyeran li herêmê bûye sedema fikar û kaosek cidî û cihê zêdetirî 271 kesan hîn jî nayê zanîn.







