Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin

  • 20:36 12 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê sê kes bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Helebê hatin binçavkirin.
 
Îro danê sibê li Amedê di serdegirtinên malan de sê kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku endama Meclîsa Şaredariya Sûrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hayat Ozmez, ligel Baran Çinar û Roza Bakî di nav kesên hatine binçavkirin de ne. Tê gotin ku her sê kes ji ber beşdarbûna xwepêşandanek duh li Amedê li dijî êrîşên li ser Helebê hatine lidarxistin hatine binçavkirin.