Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye

  • 13:15 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Berdevkiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Şamê bi îlankirina şerê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re şerê îmhakirinê li dijî Kurdan daye destpêkirin.
 
Hevseroka Berdevkiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed bi daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X'ê diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şer îlan kiriye. Îlham Ehmed anî ziman ku bi vê vê yekê re li dijî Kurdên di bin zordariya rejîma berê de êşên mezin kişandin biryara tunekirinê hatiye dayîn.
 
Îlham Ehmed bi bîr xist ku piraniya niştecihên her du taxan kesên ji Efrînê hatine koçberkirin pêk tê û wiha got: “Ev her du tax ji xwe di bin dorpêça şidayî ya hêzên girêdayî Wezareta Navxwe ne. Kurd girêdayî Peymana 1ê Nîsanê man lê Hikûmet nema. Ligel hewldanên me yên diyalogê jî Hikûmeta Demkî nêzîk mûzakereyan nabe.”
 
Îlham cardin bang li Hikûmeta Demkî kir ku dest ji zordariyê berde û hewil bide pirsgiran bi riyên diyalogê çareser bike û got: “Gelên Sûriyê têra xwe êş ji şer kişandin. Em bang li hemû gelên Sûriyê û bi taybetî li ciwanan dikin ku ji bo edaletê hewldanên şer red bikin
 
Komên girêdayî artêşa Sûriyê di seatên sibê de daxuyaniyek li ser navê Odeya Operasyonan a Artêşa Sûriyê dabû û diyar kiribû ku tevahiya hêzên HSD û Kurdan di hedefa wan de ne.