Rewşa girtiyên li Girtîgeha Evîn û Fişfûye pir xirab e

  • 16:33 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî binçavkirina xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê ya li Girtîgeha Evîn û Fişafûye pir zêdetir bûye û rewaş wan pir xirabe.
 
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî li ser rewşa girtiyan ya li Girtîgehên Îranê agahî da.
 
Di malperê de hate diyarkirin ku rojên borî 90 xwepêşander birine beşa jinan ya Girtîgeha Evînê. Hate diyarkirin ku cihê girtiyan teng bûye û qelebalixî li nava girtîgehê zêdetir bûye. Vê rewşê kir ku pêwîstiyên seretayî yên mîna cihê razanê, xizmetguzarî û dermankirina nexweşan bên astengkirin û sînordarkirin.
 
Hate destnîşankirin ku êşkenceya derûnî li girtîgehê zêdetir bûye, fikarên mezin li ser tenduristiya girtiyan heye.
 
Li aliyê din li Girtîgeha Fişfûye ya Tehranê jî bi hinceta ewlekariyê zext zêdetir bûne. Hate ragihandin ku qedexeyeke zêde hatiye danîn. Hate ragihandin ku beşa siyem ya girtîgehê bi temamî hatiye valakirin ji bo xwepêşanderên hatine binçavkirin bên bicihkirin. Ev jî bûye sedem ku qelebalxî li odeyên din zêdetir derkeve û zext zêdetir bin. Hate diyarkirin ku rê nayê dayîn girtî malbat û parêzerên xwe bibînin.
 
Hêjayî bibîr xistinê ya ji 28’ê Kanûna 2025’an û vir ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin destpê kiriye. Hata niha 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, 34 kes hatine qetilkirin û ji vana jî 18 kes zarokin.