Bi girseyî serdana şîna Fatma Firdevs Gok hat kirin

  • 16:01 8 Çile 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi girseyî serdana şîna Fatma Firdevs Gok a YJA Starî ya li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
 
Li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê, cihê jidayikbûna Fatma Firdevs Gok (Avesta Çiyayî), endama YJA Starê, ku di 12'ê Cotmeha 2021'ê de li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Gelek kes, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, çûn şînê. 
 
Welatiyên li Taxa Yafesê kom bûn û bi girseyî ber bi Mala Sersaxiyê ya Ahmet Demîr ve meşiyan. Malbatê li ber deriyê mizgeftê girseyê silav kir. Hevseroka MEBYA-DER'ê Emîne Akkuş û Hevseroka Navçeya DBP'ê ya Cîzîrê Aynur Elçioglu axivîn û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê van nirxan biparêzin.
 
Newroz Uysal Aslan, Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê girîngiya sersaxiyan tekez kir û got, "Di van sersaxiyan de, em mîrata berxwedanê ya ku nirxên me nîşan dane bi bîr tînin. Peyv têrê nakin ku wan vebêjin. Kurd qet alîgirê şer nebûne. Me qet komkujî û êrîş qebûl nekirine. Îro em di  şîna ji bo şehîdekê de ne, lê ramanên me bi Rojava û Rojhilat re ne. Tiştê ku dê Kurdan biparêze yekîtiya wan e. Ev rastiyek e. Her şehadet vê yekê tîne bîra me. Em ji dewrek pir girîng derbas dibin. Em ê nirxên xwe heta dawiyê biparêzin."
 
Abdulbaki Gok, bavê Firdevs Gok, got, "Ew ne tenê keça min e, ew keça her kesê li vir e. Ez ji ber wê serê xwe bilind digirim."
 
Serdana girseyî piştî xwendina duayan bi dawî bû.