Ji ber êrişên komên çete Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket

  • 10:32 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikumeta demkî de rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
 
Nûçegihanên Ajansa ANHA'yê ji Helebê diyar kir ku di encama topbarana li dijî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de ji hêla komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de, nexweşxane ji xizmetê derket.
 
Komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin.
 
Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.