KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

  • 13:43 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK'ê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berxwedana li Îranê daxuyanî da û ji bo gelê Rojava yê 15 sal in li ber xwe dide û gelên Îranê yê li dijî rejîma dîktator li ber xwe dide, banga piştevaniyê kir.
 
Koordînasyona KJK'ê têkildarî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Helebê û Rojava û bexwedana li Îranê û komkujiyên ku hêzên dewletê dike, daxuıyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:
 
"Em êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin ku di encamê de 7 mirovên me şehîd bûn û zêdeyî 50 mirovên me birîndar bûn. Ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û berxwedana xelkê Şêxmeqsûdê silav dikin.
 
Taxa Şêxmeqsûdê ku zêdeyî 220 hezar Kurd lê ne, ji êrişên ku sala 2011'an destpê kir û vir ve bi xweparastina xwe qada xwe ya jiyanê parast, di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe da û bi îradeya xwe jiyana xwe meşand. Zêdeyî deh sal in li hemberî komên çete yên radîkal ên çekdar li gel gelê Helebê tevlî parastina Helebê bû, bi ti awayî li dijî hikumeta Sûriyeyê çalakî nekir. Lê belê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi ambargoyê, bi birçîbûn û rûbirûhiştina di nava sermayê de, bi bombekirina nexweşxane û qadên bingehîn ên jiyanê bersivê dide daxwaza jiyana bi hev re ya gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê.
 
Li gel hewldanên jiyana bi hev re yên gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, êrişên HTŞ'ê yên ku dema dawî zêde bûne bi êrişên li ser Elewî û Durziyan re tê heman wateyê. Ev êriş di serî de li dijî gelê Kurd û jinan, li hemberî hemû bawerî û gelên Sûriyeyê ye.
 
Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser çareseriya demokratîk tê axaftin, ev êrişên çeteyên HTŞ'ê ku li ber bayê dewleta Tirk ketiye, bi qasî gelên Sûriyeyê zerarê dide gelên Tirkiyeyê. Ev polîtîkaya şer ku Tirkiyeyê ji êrişên çeteyên DAÎŞ'ê re vekirî dike wê bi rengekî mezin bi Tirkiyeyê bide windakirin.
 
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku jiyaneke koledarî û bêrûmet li ser gelê me ferz dike, divê zanibe ku bi van komkujiyên ku weke sedema têkçûna rejîma Baasê ji bîr kiriye, dawiya xwe amade dike. Ji bo Sûriyeyê rêya yekane Sûriyeyeke demokratîk e ku Rêber Apo timî destnîşan dike. Kincê netewe dewletê ku li Sûriyeyê nayê, ku Sûriye warê gelek bawerî, çand û olên cuda ye, wê bibe dawiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê.
 
Gel û jinên Kurd 15 sal in di nava şer de bi têkoşîna xwe ji bo Sûriyeyeke demokratîk kedê didin. Xwedîderketina li vê berxwedanê wê bibe derba herî mezin ku li xeyalên paşverû yên çeteyan bê xistin.
 
Serhildan di hefteya 2'emîn de didome
 
Li aliyê din, serhildana gel a li Rojhilat û Îranê di 28'ê Kanûnê de destpê kir û kete hefteya duyemîn, di serî de Îlam, Loristan û Kirmaşan li 27 bajar û 88 navçeyan belav bûye. Em vê serhildana gel silav dikin û ji malbatên kesên ku di oxira jiyaneke bi rûmet de şehîd bûn sersaxiyê dixwazin. Berxwedana ku bi greva sendîkayan destpê kir, bi dirûşmên edalet, hiqûq û azadiyê xurt dibe. Em careke din radigihînin ku bi têkoşîna mafdar a gelên Kurd, Fars, Belûc û Azerî re ne. Îro careke din eşkere bû ku berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku rejîma Îranê îdîa kiribû ku tepisandiye neqediya ye, berevajî mezin bûye û bûye rêya berxwedanê nû. 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma felsefe û jiyana gelan û jinan.
 
Ji bo Îraneke demokrtîk li ber xwe didin
 
Di serî de jin, gelên Îranê hemû ji bo Îraneke demokratîk û azad li ser piyan e, ji bo jiyaneke bi rûmet li ser piyan e. Rejîma Îranê ku guh nade daxwazên mafdar ên jinan û gelan, polîtîkaya îdam, zextê û zilmê dewam dike, her roj hîn lawaz dibe û weke li Sûriyeyê dawiya xwe amade dike. Di berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de eger rejîma Îranê guh bida daxwazên jinan û gelan, veguherîneke demokratîk pêk bianiya îro li heman serhildanê rast nedihat û wê hîn bi xurtî li herêmê bi rola xwe rabûya. Lê belê di serî de jin ji daxwazên gelên Îranê re bi zêdekrina polîtîkaya zextê, darvekirin û girtinê bersiv da, lewma Îran hem di nava xwe de hem jî li derve lawaz bûye. Îran ji êrişên derve re vekirî bûye. Îdîaya ku dibêje ev serhildan bi destwerdana hêzên derve destpê kiriye, tê wateya nedîtina heqîqetê û jinedîtî hatina daxwazên mafdar ên gelên Îranê. Ev yek tê wateya nedîtina zilma rejîma Îranê ya li ser gelan û jinan. Jin dibêjin ew rêveberî û Îraneke li dijî azadî, demokrasiyê û paşverû naxwazin. Jinên Îranî êdî naxwazin bi rejîmên dîktator bijîn. Li hemberî van êrişan 6 rêxistinên jinan ên Rojhilat û 7 partiyên siyasî yên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan. Ev yek ji bo Îraneke demokratîk gelekî bi wate û gaveke girîng e.
 
Hewldanên dagirkirinê
 
Bûyerên li herêmê û cîhanê rû didin, nîşan didin ku hewlên nû yên dagirkeriyê dest pê kirine û tê xwestin ku nexşe û sînorên netewdewletan dubare li dijî gelan werin guhertin. Hêzên dagirker ji xwe re qadên nû yên dagir bikin, digerin û bêyî ferq û cudahiya jin, zarok, temenmezin û ciwanan, însanan qetil dikin û li gorî tu prensîbên exlaqî û wijdanî tev nagerin. Di serî de rêveberiyên Îran û Sûriyeyê hemû netewdewletên ku dixwazin ji vê atmosfera rageşiyê bi hêz derkevin, divê bibînin ku ji bilî berçavgirtina daxwazên gelan û demokratîkbûyînê tu rêyên wan nînin.
 
Di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelan, jinan ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan piştgiriyê bidin gelên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li dijî rejîmên faşîst ên van êrîşan pêk tîn dakevin qadan. Em dizanin ku ne destkeftiyên li Rojava bes destkeftiyên Rojava ne û ne jî destkeftiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bes destkeftiyên Îran û Rojhilat Kurdistanê ne. Ev destkeftî wê bibin yên kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, hemû jinên cîhanê û gelan.
 
Di serî de jin em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku di asta seferberiyê de li hemberî van êrîşên komkujiyê li hemû cihên ku lê dimînin dakevin qadan û piştevaniyê bidin gelên Rojava ên ku ev 15 sal in li ber xwe didin û gelên Îranê yên li hemberî rejîma dîktator li ber xwe didin."