DEM Partî bi rojnamegeran re civiya
- 12:58 8 Çile 2026
- Rojane
WAN -Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di civîna li gel rojnamegeran de axivî û got: “Pirsgirêka Kurd ji ber polîtîkayên înkarê yên sedsalî nehatiye çareserkirin. Berdewamkirina bi vî rengî sedsalek din sûdê nade tu kesî.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li Restoranekê bi rojnamegeran re civiya. Gelek rojnameger û sazî tev li hevdîtinê bûn û bi hev re taştê xwarin. Li cihê civînê pankarta “Em roja rojnamegerên xebatkar pîroz dikin” hat daliqandin. Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek rojnameger tev li hevdîtinê bûn.
‘Nabe ku Kurd sedsalek din jî têk biçin’
Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Kurt piştî taşteyê axaftinek kir û bal kişand ser pêşketinên siyasî yên vê dawiyê û wiha got: “Em êrişên li ser Venezuela û Îranê dibînin. Em dibînin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de çiqas girîng e, bi taybetî li Rojava. Em dizanin ku êrîşên li ser jinan êrîşên li ser paradîgmayê ne. Rastiya ku pêvajoya aştiyê gihîştiye vê qonaxê encama têkoşîna gelê Kurd e. Paradîgmayek heye ku tê de jiyana hevbeş mimkun e. Pirsgirêka Kurd ji ber polîtîkayên înkarê yên sedsalî nehatiye çareserkirin. Berdewamkirina bi vî rengî sedsalek din sûdê nade tu kesî. Divê em hemû xwe birêxistin bikin û aştiyê pêş bixin. Em di serdemekê re derbas dibin ku û hêvî û daxwaz dikin ku êdî dayik negirîn û merasîmên cenazeyan neyên lidarxistin. Ji bo civakîkirina aştiyê hewldanên mezin hatine kirin. Ji niha û pê ve, pêdivî ye ku em derbasî qonaxek duyemîn bibin û dewlet gavên qanûnî biavêje. Aştî cesaret û samîmiyetê dixwaze. Divê prensîba hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan were bicihanîn.”
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.







