Li Şêxmeqsûdê jinek hat qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn
- 16:37 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di topbarana HTŞ’ê ya cîhadîst a li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarok bi dehan kes birîndar bûn.
Di topbarana HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarokên bi navê Îvan Ebdo yê 2 salî û Şam Dilo yê 3 salî, bi dehan kes birîdar bûn û rewşa wan a tenduristî heta niha ne diyar e.
HTŞ’ê ya cîhadîst ji sibê de êrişên dijwar bi çekên gira û doronan li ser taxa Şêxmeqsûd pêk tîne, di encamê de kesek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.







