Li Şêxmeqsûdê jinek hat qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn 2026-01-06 16:37:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di topbarana HTŞ’ê ya cîhadîst a li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarok bi dehan kes birîndar bûn.   Di topbarana HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarokên bi navê Îvan Ebdo yê 2 salî û Şam Dilo yê 3 salî, bi dehan kes birîdar bûn û rewşa wan a tenduristî heta niha ne diyar e.   HTŞ’ê ya cîhadîst ji sibê de êrişên dijwar bi çekên gira û doronan li ser taxa Şêxmeqsûd pêk tîne, di encamê de kesek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.