Welatiyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derdikevin tên revandin
- 21:05 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter yên piştgiriya Tirkiyeyê digirin ên nav hikumeta demkî de malbatên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derdikevin direvînin.
Komên paramîlîter yên piştgiriya Tirkiyeyê digirin ên nav hikumeta demkî de malbatên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derdikevin direvînin.
Li ser bendên kontrolê yên li ser rêyên Heleb-Efrînê, bi taybet li bendên nêzî Kefircenê û Basûtê hatine danîn, komên çete yên hikumeta demkî, malbatan ji basan dadixin û direvînin.
Şahidan da zanîn ku basên hikumeta demkî şandine ku malbatên ji her du taxan derxin, divê ne bi rêbaza revandina ciwanan û arşîvkirina navên kesên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûne, be û piştî wan li Efrînê bigirin.







