Bi objektîfa ji 96 welatî çîrokên jinan xist bin qeydan

  • 09:04 5 Çile 2026
  • Rojane
Oznûr Deger
 
WAN - Rojnamegera Katalan Paula Andereu Nadal li her derê cîhanê geriya û çîrokên jinan kom kir. Paula Andreu Nadal ku li 96 welatî  geriya wê hîna li 33 welatê din jî bigere. Paula Andreu Nadal got: “Min şahidiya newekheviyan kir. Min tiştên dît xist bin qeydan. Rol û mîsyonek min heye ku tiştên min dîtine bi cîhanê bidim bihîstin. Li her derê cîhanê newekhevî heye lê jin li dijî vê têdikoşin.”
 
Rojnamegera Katalan a ji paytexta Berselona ya Herêma Xweser a Katalonyayê ye Paula Anderu Nadal li cîhanê digere û çîrokên jinan berhev dike. Heta niha li 96 welatî geriya û çîrokên jinan kom kir. Çîrok û wêneyên kom kirine dixwaze bike pirtûk.
 
Paula Andreu Nadal ku çîrokên jinên Kurd jî guhdar kir, der barê xebatên xwe de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Li 96 welatî geriyam’
 
Paula Andreu Nadal got di civakên cîhanê de jin cuda tên dîtin û got: “Ez bûm şahid ku jin di vî alî de tên îstîsmarkirin. Ez vê xebata xwe ji bo cîhan û civakek baştir dimeşînim. Derfetên min çêbûn min li 96 welatî xebat meşand. Min tecrubeyên jinan şopand. Newekheviyek mezin heye. Di her qada jiyanê de newekhevî heye. Di erdheja Fasê de li Kolombiyayê sûcên destdirêjiyê pir zêde ne.
 
‘Li Kurdistanê rewş pir cuda ye'
 
Paula Andreu Nadal der barê tecrubeya li Kurdistanê de jî wiha got: “Li Kurdistanê şer heye. Ji bo vê bişopînim hatim Kurdistanê. Ji bo jinên Kurd jî çîrokek 50 salî heye. Di nava welatên geriyam de yekem car min tiştekî cuda dît. Li erdnîgariyeke ku rewşa jinan zehmet e, jin di berxwedanê de cih digirin û mêran ev qebûl kiriye. Vê bala min kişand. Li her derê mêran ji ber ez jin bûm cuda nêzî dibûn. Lê li vir pir cudabû, bi rêhevaltî nêz bûn.”
 
‘Divê mêr newekheviyê qebûl bikin’
 
Paula Andreu Nadal balkişand ser berxwedana jinan a li Kurdistanê û got: “Pratîka jinan û ji bo guherîna mêran riya hatiye pêşkêşkirin gelek girîng e. Ger mêran ev rê qebûl kiribin wê demê hişmendiya wekheviyê jî hatiye bidestxistin. Piştre jî divê bi jinan re piştevanî bê kirin. Dema ev herdu pêk bê wekhevî jî dikare pêkan be. Di civakên navneteweyî de tecrubeyên jinên Kurd tên dîtin. Em dibînin ku jinên Kurd di her qadê de di asta wekhev de ne. Li gel vê jî dikare çîrokên mêrên ku dest ji îmtiyazên mêrtiyê berdane bê nivîsin.”
 
‘Min hêrsa xwe veguhert piştevaniyê’
 
Paula Andreu Nadal wiha domand: “Xebata min hemû newekheviyan dide nîşandan. Min bi demê re dît ku ev pir zehmet e. Newekhevî ji ya tê dîtin pirtir giran e.  Lê niha wek rojnamegerekê tiştên dibînim digirim bin qeydan. Rol û mîsyonek min heye ku ez van bi cîhanê bidim bihîstin.  Min her tim pirsa ‘çima ev newekhevî heye’ ji xwe pirsî. Li her derê cîhanê jin di vê rewşê de ne. Vê jî bi min re rê li ber hêrsê vekir. Min hêrsa xwe di nava demê de veguhert piştevaniyê. Wek rojnamegerekê min got ez dikarim çi bikim. Ez dixwazim xebata xwe wek ‘li cîhanê jinên lîder’ bikim pirtûk. Xebata min di vî alî de didome.”