Ji bo mîtînga jinan a 10’ê Çile bang

  • 19:48 6 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistinên jinan yên Îzmîrê ji bo mîtînga jinan a 10’ê Çile daxuyaniyek dan û banga tevlibûnê li hemû jinan kirin.
 
Gelek rêxistinên jinan yên Îzmîrê ji bo mîtînga jinan a 10’ê Çile ku wê li Enqereyê pêk bê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hat dayîn û pankarta ‘Em dest ji maf û jiyanên xwe bernadin. Em 10’ê Çile li Enqereyê ne’ vekirin. Dîlek Karakul daxuyandî xwend.
 
Dîlek Karakul da zanîn ku ew bi polîtîkayên ku jinan hedef digirin, jinan hepsê malê dikin re rû bi rû ne û got: “Jin mahkumê xebata bê qeyd û bê ewle tên kirin. Niha jî xebata bi heqdestekî kêm, bê ewle û li malê wek mizginî pêşkê dikin. Bi pakêtên darazên maf û azadî tên binpêkirin.”
 
Dîlek Karakul destnîşan kir ku bedela şerên tên jiyîn jin û zarok didin û got: “Li her derê jin hedef tên girtin. Em dizanin ku têkşîna aştiyê ne tenê bêdengiya çekane; demoksî wekhevî û jiyana azade.  Em ji bo jiyanek aştiyane wê 10’ê Çile de li Enqereyê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevli mîtîngê bibin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.