Jina ku qeşa bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
- 22:06 6 Çile 2026
- Rojane
BEDLÎS – Li Tetwanê jina bi navê Ayşe Îder ya qeşa bi ser de ket jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jina bi navê Ayşe Îder ya 21 salî ku di peyarê de dimeşiya qeşa ji sîwaneya avahiyê de bi ser de ket jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Ayşe Îder ya bi giranî birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Tevî hemû mudaxaleyan Ayşe Îder jiyana xwe ji dest da.







