‘ Divê mafê hêviyê demildest bê bicihanîn’
- 20:20 17 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin, di hefteya 256’an de didome.
Nobeta ‘Azadiya Rêber Apo’ ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 256’an de ye.
Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cîh bînin.
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşketinên pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku di Cotmeha 2024’an de dest pê kir rê li ber aştiyê vekir û hat gotin ku Tevgera Azadiya Kurd bi îlankirina agirbestê, xwe fesixkirin û merasîma şewitandina çekan re gavên ku dikevin ser milê xwe pêk anî. Hat destnîşankirin ku tevî vê yekê dewlet û meclis ji avêtina gavên şênber û qanûnî direvin û hat bibîrxistin ku pêşniyarên guhertinên destûrî, nêzkatiyeke dadwerî û azadîxwaz di nava xwe de nahewîne.
‘Komkujiyên tên kirin nayên qebûkirin’







