Eyşa Şan li Amedê hat bibîranîn

  • 21:23 17 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED –Yek ji navdara muzîka Kurd Eyşe Şan di 29’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn.
 
Ma Musîc, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Konservatuara Aram Tîgran û Komeleya Çand ûHunerê ya Dîcleyê  bi malovahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Eyşe şan k udi 18’ê Kanûna 1996’an de jiyana xwe ji dest dabû di 29’emîn salvegera wê de bibîr anî. Bîranîn ali Salona Çandê ya Alî Emîrî pêk hat gele kes tevli bûn. Salo bi wêneyên Eyşe Şanê, qurnefîl û findan hat xemilandin.
 
Lîstika şanoyê ya ku jiyana Eyşe Şanê vedigot û ji aliyê Berfîn Zenderlîoglu ve hatibû amadekirin hat lîstin. Temaşevanan  eleqeyek mezin nîşandan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kulîlk da lîstikvanê û bername bidawî bû.
 
 Bernameya bîranîna ku wê sibê jî bidome wiha ye: “Saet di 13.00an, dê li ser gora Ayşe Şanê a li Goristana Yenîkoyê bîranîn bê lidarxistin. Di heman rojê de saet 18.00’an, dê li Salona Çandê ya Elî Emîrî panelek bi sernavê “Jiyana Muzîkê ya Ayşe Şanê” bê lidarxistin. Di panelê de, ku Saliha Ayata dê moderatoriya wê bike, Berfîn Zenderlîoglu dê bi sernavê “Jineke Muzîsyen û Hunermend: Ayşe Şan” û Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bi sernavê “Jiyana Ayşe Şanê û Cihê Wê di Muzîka Kurdî de” pêşkêşiyan bikin.Piştî panelê, saet 19.30an dê konsereke taybet a ji berhemên Ayşe Şanê pêk tê bê lidarxistin. Bi konsera ku 25 hunermend dê derkevin ser dikê, dê deng û muzîka Ayşe Şan careke din li Amedê deng vede.”