Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
- 11:34 17 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL - MKG û DFG dê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, di salvegera qetilkirina wan de li Stenbolê bi bîr bînin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, dema geşedanên li Bendava Tişrînê û Qereqozaxê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê di salvegera qetilkirina xwe de li Stenbolê bên bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê di 19’ê Kanûnê de li Şaxa Komeleya Mafên Miorovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê bidin. Civîn, dê saet di 11.00’ê de bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” were dayin.







