Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutelîbzade tên tometbarkirin
- 15:28 15 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutelîbzade di peywendiya kurt a li gel malbatên xwe de ragihandin ku di dema binçavkirinê de hatine êşkencekirin û du tometên nû li ser wan tên ferzkirin.
Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.
Malbatên çalakvanên mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutelîbzade li ser medya dijîtal têkildarî rewşa wan peyamek belav kirin.
Malbata Nêrgiz Mihemedî li ser medya dijîtal a X’ê ragihand ku girtiya siyasî û çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî piştî sê rojan nû karîne bi telefonê peywendî li gel deynin.
Li gorî di peyamê de hatî destnîşankirin Nêrgiz Mihemedî ragihandiye ku di merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine û bi karanîna tundiyê hatine binçavkirin.
Hate diyarkirin ku di dema binçavkirinê de ji Nêrgiz Mihemedî re gotine ku ‘emê diya te jî ji bo girtina şîna te birûnênin’, her wiha ji ber birînên giran ên di dema êrişê de Nêrgiz Mihemedî rakirine nexweşxaneyê. Li gel vê tometek nû ya ‘hevkariya li gel dewleta Îsraîlê’ bi ser de sepandine.
Her wiha Keça Aliye Mutelîbzade, Xezel Abdullahî li ser medya dijîtal a X’ê têkildarî binçavkirina dayîka xwe agahiyan belav kir û got: “Êvara roja yekşemê min li gel dayîka xwe Aliye Mutelîbzade peywendî danî. Di dema dibin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên Îranê de bû, wê ji min re got ku lêpirsînerê Şaxa 901 bi tohmeta ‘civîn û komployê’ mehek cezayê girtîgehê li min biriye.”
Xezel Abdullahî ragihand ku dayîka wê ji ber êşkence û birînên giran dermankirina destpêkê wergirtiye, lê ji ber nexweşiya penceşêra memikê rewşa tenduristiya wê nebaşe ji ber ku nayê dermankirin.
Hêjayî gotinêye ku li welat û dervey welat bertek û helwestên li dijî binçavkirina çalakvanên mafê mirovan ên Îranê di demek kurt de berbelav bûne. Yekitiya Ewropayê, Lijneya Xelata Nobelê, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) banga demildest berdana çalakvanan kirin.







