'Azadî di berxwedana beden û hişmendiyê de veşartiye'

  • 09:07 13 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Hunermend Dîlan Cudî ku bi murekep, kahwe û xweziyê wêneyan çêdike û wiha bi lêv kir: "Li girtîgehan berxwedaneke pir alî heye. Rewşa berxwedana beden, zîhn û hişmendiyê heye li girtîgehan. Azadî di berxwedana beden û hişmendiyê de veşartiye.”
 
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê 3'yemîn Festîvala Filman a Amedê ya Navneteweyî didome. Festîvala Fîlman bi eleqe û tevlibûnek mezin didome û îsal 84 fîlm wê bên nîşandan. Heman demê de atolye û pêşangeh jî pêk tên.
 
Hunermend Dîlan Cudî Saruhan ku tevî girtiye bi wêneyên xêz dike di têkoşînê de cihê xwe digire. Dîlan Cudî Saruhan di 2017’an de ku beşa Hunerên Xweşik a Zanîngeha Marmarayê dixwend hat girtin. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 9 sal ceza lê hat birîn. Dîlan Cudî Saruhan ku 7 salan girtî ma li girtîgehê fikr nêrîn û xeyalên hevalên xwe li ser kaxêzê xêz kir. Bi kahwe, xwezî û pênûsê wêneyên xwe xêz kir.
 
Dîlan Cudî Saruhan got bi wêneyên xwe peyamên girîng dide û got: “Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de di mîhrîcanê de girtin ji bo min serbilindiyek mezine. Ez saleke hatime berdan. Di pêşangehek wisa de cih girtin gelek xweşe. Ev xebatên min yên navbera 2017-2024’an bû. Li girtîgehê min ev xebatên xwe çêkirin.”
 
Dîlan Cudî Saruhan got navê xebata wê "Xewnên revê" ye û got xebatên ji xwe ji tecrubeya hevpar a girtîgehê afirandiye. Dîlan Cudî Saruhan ev tişt vegot: “Her kesê tê girtin xewnek wan ya revê heye. Ez li ser vê xebitîm. Dema pêşangehek wisa derket holê min got karê herî di cih de ev e. Min di xêzên xwe de azadî girt dest. Min bi alavên murekep, kahwe û xweziyê wêneyên xwe çêkirin. Di hemû wêneyan de rewşa berxwedanê heye. Berxwedan tê wateya li dijî zextan têkşoîne. Li girtîgehan jî berxwedaneke pir alî heye. Rewşa berxwedana beden, zîhn û hişmendiyê heye li girtîgehan. Azadî di berxwedana beden û hişmendiyê de veşartiye.”