Li Sêrtê û Nisêbînê hevdîtinên gel
- 16:36 11 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Di civînên gel ên li Sêrt û Nisêbînê de, hate gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava herî girîng a vê pêvajoyê ye û hatediyarkirin ku yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn Kurdan li kêleka xwe nagirin, mehkûmî windakirinê ne. Welatiyan diyar kirin ku aştî pêdiviya herî lezgîn a gel e.
Di çarçoveya civînên gel ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve hatine destpêkirin de, bi sedan kes li Sêrt û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatin cem hev. Di civînan de, hate destnîşankirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava herî bingehîn a pêvajoya aştiyê ye û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd dînamîka diyarker a serdema nû ye. Aktorên siyasî, hiqûqnas û welatiyan diyar kirin ku tu siyasetek ku Kurdan ji derve dihêle an paşguh dike, çi li Tirkiyeyê û çi jî li Rojhilata Navîn, şansê wan ê serkeftinê tune ye û daxwaza aştiyê pêdiviya herî lezgîn a gel e.
Sêrt
Li Sêrtê, "Civîna Aştî û Civaka Demokratîk" li saloneke dawetê, ku ji aliyê DEKUP ve hatibû organîzekirin, hate lidarxistin û raya giştî anî cem hev. Bi sedan kesan eleqeyek mezin nîşanî civînê dan ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî jî beşdar bûn.
Di nav axaftvanên civînê de Çetin Arkaş ku demek li Girtîgeha Îmraliyê ma û piştî 34 salan di girtîgehê de di meha Adarê de hate berdan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û ji Buroya Hiqûqê ya Aserînê Suzan Akîpa cih girtin.
Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.
Nisêbîn
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Veysî Aktaş ê ku li Girtîgeha Îmraliyê dihat ragirtin û berî demekî hat tehliyekirin û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç di civînê de axêver bûn. Civîn li hêwaneke li navenda navçeyê hat lidarxistin. Li hêwana civîna ku bi hezaran welatî beşdar bûn de posterên Abdullah Ocalan û pankartên têkildarî civînê hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û odeyên pîşeyî beşdarî civînê bûn. Di civînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di civînê de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin axaftina destpêkê kir û der heqê civînê de agahî parve kir.
Gulistan Sonukê, diyar kir ku dê encamnameyên civînê wek rapor bên amedekirin û anî ziman ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bendewariyên gelê Kurd, nêzîkatî û xwedîderketina wan girîng e. Herwiha Gulistan Sonukê rave kir ku Kurd bi salan e di têkoşîna aştî û civaka demokratîk dikin û Kurd di daxwaza aştiyê de bi israr in.
Piştî axaftina Gulistan Sonukê civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî domand. Mazlûm Dînç û Veysî Aktaş di nirxandinên xwe de destnîşan kirin ku bi misogerkirina xwişk û biratiya Tirk û Kurdan ve dê li Rojhilata Navîn pêkvejiyaneke hevpar bê avakirin û ev yek armanca herî girîng a Tevgera Azadiyê ya Kurd e.
Welatiyên ku piştî axaftina Aktaş û Dînç axivîn, pêşniyariyên xwe yên ji bo pêvajoyê û bi rexneyên xwe yên civakî û siyasî ve bendewariyên xwe anîn ziman. Welatiyên axivîn, desntîşan kirin ku aştî ji bo gelê Kurd û gelên din pêdiviya herî lezgîn e.
Civîn piştî nirxandinan bidawî bû.







