Li Zarokistana Perperîkê çalakiya 'Zarok bi mafên xwe zarok e'

  • 09:30 20 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED - Di 20’ê Mijdarê de, bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan, li Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke ya girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî, çalakiyeke watedar hate lidarxistin. Xwendekarên pirzimanî yên zarokistanê bi coş beşdarî vê çalakiyê bûn.
 
“Hefteya Mafên Zarokan” bi dirûşma “Zarok Bi Mafên Xwe Zarok e” dest pê kir û bi çalakiyên rengîn zarokan geş kir. Ev bernameya ku hefteyekê didome, fersendê dide zarokan ku mafên xwe nas bikin, van mafan bi jiyana xwe ya rojane ve girê bidin û bi rêya lîstik, atolye, şano û çalakiyên afirîner bi awayekî azad û xwebawer xwe îfade bikin.
 
Gerînendetiya Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke derbarê armanca xebatên xwe de wiha got:
 
“Em dixwazin ne tenê zanîna akademîk, lê di heman demê de hişmendiyeke kûr a li ser mafên zarokan di zarokên xwe de ava bikin. Mafê herî bingehîn ê zarokan ew e ku mafên xwe bizanibin û bikaribin bi azadî xwe îfade bikin. Em bi vê têgihiştinê tevdigerin: ‘Zarok, bi mafên xwe zarok e.’ Bi xebatên xwe, em zarokên xwebawer, hestiyar û hişyar mezin dikin da ku ew bibin xwediyê pêşerojeke azad.”
 
Lîstikên cihêreng û çalakiyên afirîner ên ji bo zarokan hatine amadekirin, eleqeyeke mezin dîtin. Ev bernameya bi naverokeke dewlemend, dê heta dawiya hefteyê bidome û hişmendiya zarokan a li ser mafan xurt bike.
 
Zarokistana Perperîke bi nêzîkatiya xwe ya perwerdeya li ser bingeha mafên zarokan û pirzimanî, bûye saziyeke mînak û xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk û bi kalîte dimeşîne.