Berdevka PÎA'yê: Em ligel aştiyê ne

  • 09:04 20 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
WAN - Berdevka PÎA Menîce Rumeysa Gulmez der barê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" de axivî û got ew li alî aştiyê ne û wiha vegot: “Divê ciwanên me nemirin, divê erdnîgariyeke mirov dikarin lê bijîn hebe. Ji bo ev baş bimeşe divê daxwazên Kurdan bên cih. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdê, bi awayekî fermî bê nasîn û girtiyên siyasî bên berdan.”
 
Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de kir de meh li pey xwe hişt. Vê pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurd çek şewitandin, hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand. Niha çav li rapora Komîsyona li meclîsê hatiye avakirinê û gavên dewletê ye.
 
Berdevka Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez der barê pêvajoyê de axivî.
 
Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku pêvajo encama têkoşîna 40 salî de pêş ketiye û wiha got: “Piştî banga Abdullah Ocalan pêvajo ket astek nû. Ji bo pêvajo bi siyasetek demokratîk bê meşandin bang kir. Kurd ji rewşê gelek kêfxweş in. Kurdan tu car şer û pevçûn nexswestin. Her tim aştî xwestin. Jiyanek demokratîk û hevpar xwestin. Lê şer û pevçûn ji aliyê hikûmeta Tirk ve esas hat girtin. Lê niha di vê asta ku Rojhilata Navîn hatiyê divê hinek şert biguherin. Tirkiye jî neçarê vê kir. Di vê mijarê de pirsgirêka Kurd girîng bû. Tirkiyeyê li ser vê hinek gav avêtin.”
 
‘Abdullah Ocalan aktorê herî mezin yê pêvajoyê ye’
 
Menîce Rumeysa Gulmez daxuyakirin ku gava ewil a pêvajoyê banga Abdullah Ocalan bûye û wiha dirêjî dayê: “Abdullah Ocalan aktorê mezin yê pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî destê dirêjî DEM Partiyê kir û silav da. Di vê pêvajoyê de aliyê Kurd gavên girîng avêt. Ya herî girîng çek şewitandin û gavek dîrokî avêt. Ji vê mezintir gav tuneye. Lê tevî vê hîna dewletê gavek şênber navêtiye.”
 
‘Divê hemû partiyên siyasî peywira xwe bînin cih’
 
Menîce Rumeysa Gulmez diyar kir ku pêvajo ne tenê pirsgirêka DEM Partî, AKP, MHP’ê ye ya hemû civakê ye û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Kurd hemû aliyan eleqeder dike. Hemû partiyên Kurd eleqeder dike. Divê hemû rêxistin tevli pêvajoyê bibin. Ev pirsgirêkek gerduniye. Divê hemû partî peywira xwe bînin cih. Em wek PÎA her tim li alî aştiyê bûn. Em piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka demokratîk’.”